Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Muhammed Hudayr ragihand ku hikumet dinirxîne ku di navbera Basra û Kerkûkê de xeteke nû ya petrolê ava bike û xet bi Bendergeha Ceyhanê ya li Tirkiyeyê ve bê girêdan.
Hudayr her wiha got, ew xwedî alternatîfeke din in ku xetê bigihînin hea termînala petrolê ya Baniyasê ya li peravê Derya Spî yê Sûriyeyê.
ARMANC EW E KU NEÇARIYA TENGAVA HURMUZÊ KÊM BIKE
Hudayr diyar kir ku Wezareta Petrolê ya Iraqê xwedî stratejiyeke zelal e ku rêyên firotina petrolê zêde bike û got, welat naxwaze neçarî Tengava Hurmuzê bimîne.
Hate ragihandin ku di vê çarçoveyê de bi konsorsiyumekê re metna mutabaqatê hatiye îmzekirin ku şîrketên Chevron û TE Capital ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û şîrketa UCC a Qatarê jî di nav de ne.
RAGEŞIYA HERÊMÎ KIR KU LÊGERÎNA ALTERNATÎF ZÊDE BIBE
Iraq ku li nava OPEC'ê duyemîn welatê herî mezin ê hilberîna petrolê ye, salên dûr û dirêj e ku beşeke mezin a petrola xwe ya xav di ser Tengava Hurmuzê re difiroşe.
Ji ber ku rageşiya navbera DYE û Îranê rîskê datîne ser Tengava Hurmuzê, rêveberiya Bexdayê dixwaze korîdorên enerjiyê yên alternatîf ava bike ku firotina petrolê ewle bike. Xeta Baniyasê jî ji ber şer û pêkanînan demeke dirêj e lawaz e.